ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên il ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Hevserokê DBP'ê yê Amedê Garîp Kandemîr diyar kir, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan li dijî tevahiya Rojhilata Navîn e û got, "Dewletê bi êrişan bersiv da bangên Birêz Ocalan ên ji bo aştiyê. Bi vî rengî rûyê xwe yê şerxwaz careke din nîşan da."

Parêzer Cemal Demîr ragihand, dema dawî bûyerên kuştina jinê zêde bûne û destnîşan kir, sedema vê yekê jî cezayên bêbandor in ku ev yek hîn bêhtir cesaretê dide mêran.

Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîng ku navenda wê li Swîsre ye, bi belgeyan piştrast kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fosfora spî ya qedexekirî bi kar aniye.

Hişyarî hate dayin ku qeşa mezin a bi navê Thwaîtes a li parzemîna Antarktîkayê dibe ku ji texmînan zûtir bihele.