ROJEVA 31'Ê ÇILEYÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Çileya 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 31'ê Çileya 2019'an.
- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Hevrêyê Che Jean Zîegler berxwedana greva birçîbûnê silav kir û xwest, Ocalan tavilê azad bibe. Zîegler got, "Divê Neteweyên Yekbûyî li dijî faşîzma Tirk bikeve nava liv û tevgerê."
- Koma Berxwedan nerazîbûn nîşanî MHP'ê da ji ber ku muzîka strana wan a bi navê "Kurdistan" weke strana xwe ya hilbijartinê bi kar tîne.
- Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger ê li Girtîgeha Xarpêrtê Cengave Aykûl e. Bavê Aykûl Latîf Aykûl got, rewşa tenduristiyê ya kurê wî her nebaş dibe.
- Şêniyên Geverê ku di hilbijartinên 2014'an de 86.6 ji sedî deng dabûn HDP'ê, di hilbijartinên 31'ê Adarê de dixwazin vê rêjeyê bikin 100 ji sedî.
- Namzetên HDP'ê yên ji bo Hevserokatiya Şaredariya Yenîşehîrê Belgîn Dîken û Îbrahîm Çîçek diyar kirin ku wê qeyûman bişînin Enqereyê û birînên gel bipêçin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok diyar kir, stratejiya hilbijartinê ya du alî ya HDP'ê stratejiyeke rast e.
- Gerîlayê HPG'ê Bakur Silêmanî ku ji Eşîra Cafê ye û xizmê Viyan Soran e got, "Em, gelê Başûr divê çalakî û armanca hevala Viyan ti carî ji bîr nekin."