ROJEVA 30'Ê TEBAXA 2020'AN

Nûçeyên sereke yên li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Parêzer Cengîz Çîçek nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û destnîşan kir ku Îmrali girtîgeheke nepen e.

Ji Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt destnîşan kir ku gerîla bi rengekî xurt li dijî êrişên dewleta Tirk têdikoşin û got, "Gerîla wê bi taktîk û rêbazên nû, dewleta Tirk têk bibe."

Gerîla Ararat li gelek qadên gerîla me, li dagirkeran rast hat. Û rawestgeha destpêkê ya ebediyetê Heftanîn bû.

Berdevkên CNK û Tevgera Azadî Jiyan Tîmûrtaş û Metîn Pîranî li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê axivîn û gotin, "Divê destketiyên Kurdan bên parastin û rêxistinên Kurdan dengê xwe bilind bikin."

Li Brezîlyayê ku her saetê destdirêjî li 40 zarokên keç tê kirin, jin an jî zarokeke keç a ji ber destavêtinê ducanî maye ji bo karibe kurtajê bike 'divê bûyera bi serê wê ve hatiye bi berfirehî vebêje'.

Wezîrê Hawirdorê yê Brezîlyayê diyar kir, têkoşîna li dijî bêdaristanhiştina Amazonan ji ber ku foneke têrker nehatiye bidestxistin, nikare bê dewamkirin.