ROJEVA 30'Ê TEBAXÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Ji fermandarên YRK'ê Rêzan Cavît got, Tirkiye di navbera du blokan de dilîze û hewl dide emrê xwe dirêj bike.

- Salih Ebdo diyar kir ku îdîayên li ser girtina dibistanên Suryanî yan jî Xiristiyan ne rast in û got, "Hin kesên bi rejîmê û îstîxbaratê ve girêdayî ne bi navê Suryaniyan hin deverên bazirganiyê vekiribûn. Karê van deveran hatin sekinandin."

- Li girava Aktamar a Wanê li goristana Ermeniyan a dîrokî bêhurmetî tê kirin. Tevî ku wezîfedarên ewlekariyê li giravê hene jî, hin kesên tên giravê di nava goristana dîrokî de digerin û pîknîkê dikin.

- Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir, dewleta Tirk polîtîkaya mirinê ya demdirêj li dijî girtiyên nexweş dimeşîne û bi vî rengî tolê ji girtiyên nexweş hiltîne.

- Krîza siyasî û aborî ya li Îranê, roj bi roj hîn bêhtir bandorê li siyaseta navxweyî dike.

- Alîkariya aborî ya ku hikumeta Merkel dide DÎTÎB'ê ku weke şûbeyeke rejîma Erdogan e, diqede. Partiya CDU ev bang kir, "Yên ku neteweperestiyê dikin û ji bo hikumeta Tirk sîxuriyê dikin, nabe ku bibin partnerê me."