ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê wê bêne şopandin.
- Ji fermandarên HPG'ê Armanc Med diyar kir ku berxwedana gerîla ya vê demê xwe dispêre mîrateya 14'ê Tîrmehê û got, "Em zanin ku ev şer wê zehmet be, lê belê wê bi serketinê bi encam bibe."
- Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) salvegera damezrandinê ya 45'an a PKK'ê pîroz kir.
- Gerîla Şerzan Hawar li ser salvegera damezrandina PKK'ê axivî û anî ziman ku ew ala şehîdan bi rûmet bilind dikin û got, "Em ê armancên wan bi ser bixînin."
- Pirtûka 'Berxwedan' a rojnamevana Îtalyayî Laûra Schrader, ku li ser serpêhatiya aştî û berxwedanê ya 20 salên dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin, gihîşt ber destê xwendevanan.
- Ji bo strana 'Ez ne yek im' ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê hunermend Hekîm Sefkan ve hatiye amadekirin, klîbek hate kişandin.