ROJEVA 30'Ê MIJDARA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Mijdara 2017'an.

- Operasyona Bagera Cizîrê ku ji bo rizgarkirina Dêra Zorê tê meşandin wê bê şopandin.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Di beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan re mijarên; PKK'ê çawa şer kir, gel çawa îqna kir û serketina di salên 90'î de ji dest çûn, hatin nirxandin.

- Li Federasyona Bakurê Sûriyeyê sibê hilbijartinê heye. Wê endamên Meclîsên Bajarok, Navçe û Kantonan bên hilbijartin. Me hewl da rê û rêbazên hilbijartinê vebêjin.

- 51 saziyên ku li dijî qedexe û astengiyên ku dewleta Elman derdixîne pêşiya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dest bi kampanya 'es reicht' (Êdî bes e) kirin, wê hewl bidin gelê Elman bixin nava liv û tevgerê.