ROJEVA 30'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Hezîrana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Hezîrana 2019'an.
- KJK'ê der barê salvegera çalakiya fedayî ya Zeynep Kinaci (Zîlan) ku li Dersimê pêk anî daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dîroka jinan bi fikir, ked, fedakarî û cesareteke mezin tê nivîsandin."
- Hevseroka KODAR'ê Zîlan Tanya ku navê yek ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Zîlan li xwe kiriye got, "Malbatên ku doh navê Zîlan li zarokên xwe kirin, divê zanibin ku bi helwesteke bi Zîlanî dikarin bi ser bikevin."
- Endama Komîteya Şehîdan a PKK'ê Zîlan Tolhildan got, "Ruhê ku berxwedan a niha ya dîrokî derxiste holê ruhê fedayî yê Zîlanan, Bêrîtanan, Gulanan û Semayan e."
- Di rojda dawî ya hefteya çalakiyan de ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, li dijî komkujiyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bang hate kirin.