ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Piştî ku Erdogan got, 'ji bo ewlekariya bajaran hêzên ewlekariyê têrê nakin', qanûnek hate amadekirin. Li gorî qanûnê wê ji nobedaran (bekçî) hêzeke paramîlîter bê avakirin. Li gorî HDP'ê, AKP ji gel ditirse.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan' 8 sal in bi biryardarî dewam dike. Endamê Komîteya Amadekar Zulfu Bîngol got, "Çalakiya me berxwedaneke dîrokî ye. Gelê Kurd wê heta azadiyê xwedî li Rêberê xwe derkeve."

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, li qatê jorê yê avahiya qereqola polîsan ku weke stargeha penaberan tê bikaranîn, jinek hate kuştin. Penabera ji Rojavayê Kurdistanê Evîn Ekrem Alî (35) ji aliyê hevserê xwe Behzat Alî ve bi kêrê hate kuştin.

Zagros Botan ku ji neçarî çû leşkeriya artêşa Tirk, lê jê reviya û xwe gihand gerîla, bang li ciwanên Kurdistanê kir ku leşkeriyê ji artêşa Tirk re nekin.

Li gorî pêşnûme qanûneke ku li Meclîsa Fransayê li dijî tundiya li jinê hate qebûlkirin, di rewşeke 'metirsiya nêz' de, derfet ji doktoran re tê dayin ku ji pîvana veşartina sira tibî mûaf bin.

Li Lubnanê ku bi mehan e li dijî rêveberiya nebaş û nelirêtiyê berxwedan dewam dike, di nava du mehan de bi sed hezaran ciwanan welatê xwe terikandin.