ROJEVA 30'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Çileya 2019'an.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik diyar kir, Leyla Guven û berxwedana ku ew pêşengiyê jê re dike lîstikên dewleta Tirk têk birin û got, divê her Kurd netîceyeke xurt ji daxuyaniyên wê yên xurt derxîne.

- Partiyên sosyalîst destek dan grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û diyar kirin, rola vê çalakiyê li ser têkoşîna civakî bûye hêvî.

- Ji nûnerên civaka Êzidî Fîkret Îgrek ku sala 2016'an ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê ya bêdawî-bêrdorveger, diyar kir ku berxwedana li dijî tecrîdê ji bo Kurdan 'meseleyeke rûmetê' ye.

- Serokê Têkoşîna li dijî Kanserê ya Dinyayê (UICC) Prof. Dr. Franco Cavallî yê Swîsreyî grevên birçîbûnê silav kir û got, "Ocalan yek ji girîngtirîn fîlozofê sedsala 21'ê ye û lîderê gelekî ye. Tecrîtkirina wî ne ya qebûlkirinê ye."

- HDP xwe amade dike ku li Îdirê careke din koalîsyona AKP-MHP'ê têk bibe. Namzetên HDP'ê yên Îdirê Turku Eylem Çelîk a Terekeme û Yaşar Akkûş ê Kurd e.

- Ji berxwedêrên Strasboûrgê Kerem Solhan ku doh rewşa wî giran bû û ew rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku tedawî qebûl nekir ew dîsa anîn Navenda Civaka Demokratîk a Kurd cihê çalakiya greva birçîbûnê.

- Qenala TEN TV ku qenaleke neteweyî ya Misrê ye, bi belgeyekê polîtîkaya qirkirinê ya MÎT'ê û rêxistinên îstîxbaratê yên cuda yên li Tirkiyeyê eşkere kir ku plan dikir li dijî gelê Bakur û Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.