ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê
-Meşên azadiyê yên di çarçoveya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatine lidarxistin, wê bên şopandin.
-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî vê yekê, wê bên şopandin.
-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.
- Gerîlayên HPG-YJA Starê dan xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê berxwedaneke mezin raber dike û gotin: "Heta ku tecrîda li ser Rêbertî bidome, dê pêngavên gerîla jî bidomin."
- Cîgira Serokê Giştî yê PÎA’yê Menîce Rumeysa Gulmez diyar kir ku AKP 22 sal in bikaranîna Îslamê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne û got: “Em ê li hemberî zaliman li ber xwe bidin.”
- Samîra Sharîfî ya ku neçar ma ji Efganistanê bireve, got, “Sibehekê jinek ji ber ku qebûl nekiriye bibe jina sêyem a zilamê ku bi zorê pê re hatiye zewicandin wê li meydanê were şewitandin û wê dinya dîsa şahidiya vê yekê bike. Îstîsmara giran a li ser jinan pirsgirêka hemû cîhanê ye.”