ROJEVA 3'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Tîrmeha 2019'an.

- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan tevlî bernameya taybet a Radyoya Dengê Welat bû û got, "Mîna ku di sirûda Ey Reqîp de tê gotin, 'Kê gotiye ku Kurd miriye, em nemirin, em jîn dibin, em zindî dibin û em hene'. Çalakiya hevala Zîlan ev peyam da dijmin. Çalakiya ku li navenda Dersimê pêk hat rovanşa Terteleya Dersimê bû."

- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet ên li Dersimê û Projeya Ji nû ve Avabûnê ya gerîla.

- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû daxuyaniya Îranê ya der barê zêdekirina rêjeya ûranyûma dewlemendkirî nirxand û îdîa kir ku Tehran şantajê li civaka navneteweyî dike.