ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku polîtîkaya heyî ya PDK'ê 'gelekî metirsîdar e' û got, "Zerareke mezin dide Kurdan." Hozat işaret bi xetereiya mezin kir û got, "Ev plan dikare PDK'ê biqedîne."
KJK'ê xwest, biryardara darvekirinê ya li Başûrê Kurdistanê li dijî Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er hatiye dayin bê betalkirin. Di daxuyaniya KJK'ê de hate gotin, "Divê Birêz Nêçirvan Barzanî mohra xwe danîne binê vê biryarê."
Ji endamên berê yê artêşa Tirk Yannis Vasili Yaylali got, sûcên şer ên ku di dema desthilatdariya AKP-MHP'ê de hatine kirin, bi 10 qatî ji yên salên 90'î zêdetir bûne û êdî pêwîstî bi veşartina wan jî nayê dîtin.
Di hilbijartinên îro yên serokatiyê de yên li DYE'yê, Joe Biden weke favorî tê dîtin. Lê belê mîna sala 2016'an, kêm jî be şensê Donald Trump ê serketinê heye.
Artêşa Fransayê ragihand ku li Malî li qada bi navê 'sê sînor' 50 cîhadîstên ser bi El Qaîdeyê kuştiye.