ROJEVA 3'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî diyar kir, ku AKP veguheriye hikumeta şer û ev bang li gelên Tirkiyeyê kir, "Xwe ji polîtîkayên şer vegirin û ji bo aştiyê têbikoşin."

Pisporên Neteweyên Yekbûyî têkildarî Ebrû Tîmtîk daxuyanî dan, ku Tîmtîk di roja 238'an a greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Pisporan bal kişandin ser berpirsyariya hikumetê û bang li rayedarên Tirk kir ku hesabê bidin.

Li gorî zanyaran, qeşa li Derya Berîngê ya navbera Rûsya û eyaleta Alaska ya DYE'yê, daketiye asta herî nizm a bi hezaran salên dawî.

Li Şîlî ku welatekî başûrê Emerîkayê ye û timî bi têkoşîna jinan a ji bo mafê wekhev di rojevê de ye, qanûneke cihêkar a ji sedsala 19'an hate rakirin.