ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Roza Amara li Swîsreyê ji dayik bû, ku malbata wê ji Mêrdînê koç kiribû. Li wir mezin bû, çû zanîngehê, li gelek welatên Ewropayê geriya, lê belê biryara vegera li welêt da û tevlî nava refê gerîla bû. Niha li Kurdistanê li nava refên têkoşînê ye.

Hejmara meha Çileyê ya Komara Stêrka Ciwan bi manşeta "Rêbertiya azad, Kurdistana azad, Êzidxana azad wê teqez bên pêkanîn" derket.

Ji bo Peymana Avhewayê ku di sala 2015'an de li paytexta Fransa Parîsê hate îmzekirin û di 31'ê Kanûna 2020'î de diviyabû dewletan sozên nû bidan, 70 welatan jinûve soz dan.

Ji bo şaredariya bajarê Kerala ya li eyaleta Thîrûvananthapûram a Hindistanê, jineke ciwan a xwendekara matematîkê ya 21 salî hate hilbijartin.

Fransayê, ji 1'ê Çileyê û pê ve bikaranîna plastîkên ji bo carekê tên bikaranîn, qedexe kir. Fransiyan têkildarî vê rewşê gotin, "Divê em tebîetên xwe biguherînin."