ROJEVA 29'Ê TEBAXÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Ji ber çêkirina pira ji kevir a li ser Çemê Dîcleyê berê çem guherî. Ev yek bû sedem ku gelek masî bimirin.

- Parlamentera Amedê ya HDP'yî Dersim Dag diyar kir, armanca sereke ya dewletê talankirin û tinekirina xwezaya Kurdan e û got, dewlet dixwaze herêmê bê mirov bihêle.

- Jin û zarok hewl didin bi derfetên xwe li kolanên Wanê xwedî li muzîka Kurdî derkevin.

- Hişyarî tê dayin ku hemû şertên Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî ya Parîsê bi cih werin anîn jî, wê nikaribe pêşî li germahiya global were girtin. Xemsariya dewletan dibe ku rê li ber koçberiya bi sedan milyon mirovî veke.