ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Mijdara 2017'an.

- Operasyona Bagera Cizîrê ku ji bo rizgarkirina Dêra Zorê tê meşandin wê bê şopandin.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Gavên destpêkê yên gerîlatiya li Kurdistanê ji aliyê kê ve hatin avêtin? Di nava komên destpêkê yên berê xwe dan welêt de kî hebûn? Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ku wê wextê bi wezîfeya gihandina komên destpêkê ji bo welêt rabû, qala gavên destpêkê yên gerîlabûnê û pêvajoya ji HRK'ê ber bi HPG'ê ve kir.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de rola Sakîne Cansiz a li zindanê û di nava têkoşîna PKK'ê de nirxand.

- Li Federasyona Bakurê Sûriyeyê ku wê endamên Meclîsên Herêmî werin hilbijartin, nûnerên her du lîsteyan çend saet beriya destpêkirina hilbijartinê peyamên xwe yên dawî dan.

- Gerîlaya ji Başûrê Kurdistanê Viyan hê jî li sertarê Xantûrê ye. Delîla herî mezin a vê yekê jî di rûkeniya gerîlayên jin ên li vê derê ne veşartî ye. Çavdêriyên Welat Kurecîk.