ROJEVA 29'Ê HEZÎRANÊ

Rjeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Hezîranê..

-Komîteya Rêveber a PKK’ê di salvegera 24’an a çalakiya wê de Kinancî bi bîr anî û got, ‘’Em dîsa sond dixwin ku dilsoziya xwe ya bi Şêx Seîd Efendiyan em ê her demê bi renge Zîlan bidin’’.

-Li Kurdistanê her çendî dema çûna zozanan e jî, li gel bajaran qedexe ye. Ên ku sewalan xwedî dikin li dijî qedexeyê helwest nîşan dan.

-Hevseroka Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê Esengul Demîr got, desteserkirina mafê namzetekî ku hatî hilbijartin, tine hesibandina dengê ku welatî dayî, li dijî neheqiyê kir ku zemîn a xwe bike yek.

-Di ser çalakiya fedayî ya Zeynep Kinacî re, ya li Dersimê, ku li dijî suikasta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribû, 23 sal derbas bûn. Têkoşîna azadiyê ya Zîlanan berdewam dike.

-Di salvegera 23’yan de a yek ji qedroya pêşeng a PKK’ê de, gerîlayên HPG’ê û YJA Starê Zîlan (Zeynep Kinacî) bi bîr anîn û gotin, bi têkoşîneke Zîlanî ew ê bi serfiraziyê ve bimeşin.

-Gerîlayên YJA Starê ku yek ji qedroya pêşeng a PKK'ê Zîlan bi bîr anîn, gotin, Zîlan a ku çalakiya fedayî kirî, ji bo ku jiyana azad bîne siberojê xwe feda kiriye.

-Gerîlayên YJA-Starê ji bo Zîlan (Zeynep Kinacî) ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedayî pêk anîbû, name nivîsandin.

-Di rapora Rêxistina Paratina Destûrê ya saziya îstîxbara navxwe ya Elman de, ku 2018'an hate ragihandin, hate gotin Kurd ev 26 sal in guh nadin festîvalên ku bûne mîna kevneşopiyê. Hevserokê KON-MED'ê Tahîr Elçî, helwest nîşan da û got, ''Ne helwesteke exlaqî ye ku pêşî qedexe bikin û piştre bibêjin, kêm kes beşdar dibin.''

-Ji bo ciwanê Kurd Halîm Dener ku 30'ê Hezîrana 1994'an ji hêla polîsên Hannoverê yên Elmaya ve ji pişt ve hatibû qetilkirin wê çalakî werin kirin.

-Li Strasboûrgê bi çarçoweya bernameyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine kirin, belgefîlmê dokumantervanê Emerîkaya Başûr Luîs Mîranda a bi mijara ,''Ocalan û pirsgirêka Kurd'' hate nîşandan.