ROJEVA 29'Ê GULANA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Taşdemîr anî ziman ku ji aliyê çandî ve siyaseta tasfiyekirinê tê meşandin û got, "Siyaseta asîmîlasyon, tunekirin û zextê ya salên 1990'î jinûve li ser kar e."

- Provokatorên ku çend roj berê êrişî navenda giştî ya HDP'ê kirin, eşkere bû ku Îlona heman salên bi Nûman Kûrtûlmûş û Oya Eronat ên AKP'î re wêne kişandine.

- Avahiya ku li Reqayê ji aliyê DAÎŞ'ê ve weke êşkencexane dihate bikaranîn, bûye navendeke hunerê ku bêpere perwerdeyê dide şêniyên Reqayê.

- Rezên ku 3 hezar sal berê ji aliyê Ûrartûyan ve li navçeya Erdîş a Wanê hatin çandin, bi destê jinan jinûve şîn dibin.

- Dersim ku bi têkoşîna xwe ya li hemberî gefên benav, nêçirvanî û madenkariyê timî dikeve rojevê, tawîzê ji bedewiya xwe nade. Li gel bi dehan gihayên endemîk, lewente jî li Dersimê şîn dibe.

- Sewalkarî ku li Colemêrgê çavkaniya bingehîn a debarê ye, ji ber krîza aboriyê li ber tunebûnê ye. Ji ber lêçûna zêde gelek cotkar neçar man heywanên xwe bifiroşin.

- Li gorî daneyên rêxistina SOS Mata Atlantica, li Mata Atlanticayê tenê 12 mehan 20 hezar hektar qada daristanî ji holê hate rakirin.