ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Hevserokat Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat: Tifaqa Kurd-Ereban ji bo demokratîkbûna herêmê diyarker e. Demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi xurtbûn û mayindebûna tifaqa Kurd-Ereban dibe.

Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê Mehmet Saît Demîr (Dijwar Botan) ragihand ku 7'ê Kanûna 2019'an ji ber krîza dil şehîd bûye.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan diyar kir, ku ji ber şerê qirêj ê dewleta Tirk divê gelê Mexmûrê neyê cezakirin û got, "Ji bo bidawîkirina ambargoya li ser Mexmûrê divê hikumeta Başûr û Mesûd Barzanî bikeve dewrê."

Parlamenta Ewropayê amadekariyan dike ku ji 16'emîn Konferansa Kurd re mêvandariyê bike. Konferans wê bi pêşengiya xelatgirên Nobelê pêk were û ji komên siyasî û kesayetên navdar wê gelek kes tevlî bibin.

Şêniyên Wanê li ber gotinên Erdogan rabûn ku piştî erdheja li Xarpêtê got 'Me Wan, Erdîş ji nû ve ava kir'. Welatiyên Wanê diyar kirin ku Erdogan ji bo wan tiştek nekiriye, tenê ew xistine binê deynan.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp plana xwe ya 'Aştiyê ya ji bo Rojhilata Navîn' eşkere kir. Hêzên Filistînî bi rengekî tund plan red kirin. Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de jî hate ragihandin ku sînorên sala 1967'an a esasî ye.

Li Karabîkan piştî ku erd bi dijwariya 7.7 pileyî hejiya, alarma Tsûnamî hate dayin. Rîska Tsûnamî hate rakirin.