ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Jîmena ku zaroka ji bavekî Perûyî û dayikek Elman e, anî ziman ku piştî Rêberê Gelê Kurd û paradîgmaya wî nas kir, fêhm kir ku ev paradîgma wê ji wê re bibe rêber û got, "Ew rê nîşanî gelan hemûyan dide."

- Xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê wê bêne şopandin.

- Ji namzetên DEM Partiyê yên Hevşaredariya Peyasê Cengîz Dundar: Hewl dan ku bi destê qeyûman mirovan bênasname bihêlin. Ji ber vê yekê pêwîstiya gelê me ji aliyê hunerî, çand û ziman ve bi nasnameya xwe heye.

- Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku fêhm kir wê Şaredariya Xelatê winda bike û DEM Partî wê bi ser bikeve, koçberên ku beriya niha li navenda Xarpêtê bi demkî bi cih kiribû, li avahiyên li Xelatê bi cih dike.

- Pîran Herkî nerazîbûn nîşanî girtina aktîvîst û rojnamevanan da û got, "Dengê azadiyê bi zindanan nikare bê tepisandin."

- Aktîvîsta femînîst a Hindistanî Abha Bhaiya Abdullah Ocalan weke lîderekî femînîst pênase kir û got, "Abdullah Ocalan dikare lîdertiyê ji cîhaneke cuda re bike."