ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik anî ziman ku şerekî muxtemel ê di nava Kurdan de rû bide wê zirarê Kurdan hemû û got: “Gelê Kurd êdî li cîhanê tê nasîn û rêz ji bo wê tê girtin. Mafê tu kesî nîne ku carekî din bi Kurdan bide windakirin.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî piştî ku di bernameya CNN Turk'ê de got, ''PKK ne rêxistineke terorîst e'', bû hedefa dewleta Tirk û li ber Mînareya Çarling a Amedê ji hêla dewletê ve hate qetilkirn.
Bi sarbûna hewayê re gelê ku bihayê komir, gaza xwezayî jî li ser mesrefa wan zêdetir bûyî, li ber krîza aborî êdî nikarin pêwîstiyên xwe yên bingehî bi cih bîne, esnaf û dikandar jî ji ber nikarin tiştekî bifiroşin jî gazincan dikin.
Li Ewropayê pîrozbahiyên salvegera 42’an a PKK’ê dewam dike. 27’ê Mijdarê bi civîn, meş, fîşekên hewayî, xwepêşandan û govendê hate pêşwazîkirin.
Çalakiyên Xizmê Winda û Dayikên Şemiyê weke her hefte bê şopandin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Ozgur Zeydanoglu got Wan û partiya wan bi polîtîkayeke taybet dor lê hatiye pêçan û pergaleke mayinde ya zextê hatiye danîn.
Li Belçîkayê 20 sal ceza ji bo dîplomatê Îranî hate xwestin, kut ê sûccarkirin plansaziya suîkastê kiriye.
Li gorî lêkolîneke li Alpên Swîsreyê hatî kirin ji ber aktîvîteyên binerd, raqim zêde dibe û bi sedema erozyonê hêrifandinê telafi dike.