ROJEVA 28'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Hezîrana 2019'an.

- Li dijî êrîşa bombeyî ya sala 1996'an a li Şamê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîla sonda tolhildanê xwar. Vê sondê destpêkê li Dersimê 30'ê Hezîranê deng veda. Zîlanê sonda gerîla bi cih anî.

- Ji Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê Ferhan Dîderî diyar kir, dîrok wê hesab ji kesên xiyanet li Kurdan kiriye bipirse.

- Hefteya derbasbûyî karkerekî ji Wanê ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara qurbaniyên kuştina li kar di nava sê salan de bû 27 kes.

- Li bajarê Hannover ê Elmanyayê polîsan avêtin ser malên 7 Kurdistaniyan. Balkêş e ku serdegirtin beriya salvegera 25'an ku ciwanê Kurd Halîm Dener ji aliyê polîsekî Elman ve hate kuştin pêk hat.