ROJEVA 28'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Gulana 2019'an.

- Rewşa piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatin, wê were şopandin.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû got, "Rêber Apo got, 'dest ji greva birçîbûnê berdin', negot 'têkoşînê rawestînin'" û diyar kir, têkoşîn wê heta çareseriya pirsgirêka Kurd bidome. Karasû destnîşan kir, vê çalakiyê serdemeke nû ya têkoşîna siyasî derxistiye holê.

- Parlamenterê HDP'ê Kemal Pekoz diyar kir, divê hevdîtinên bi Ocalan re êdî bi rêk û pêk pêk werin û got, "Rêya jiyaneke wekhev a gelan û aram ji Îmraliyê derba sdibe."

- Hevserokê PJAK'ê Siyabend Moînî rewşa dawî ya li Rojhilata Navîn, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji servîsa Farsî ya ANF'ê re nirxand.

- FEDA, CENÎ û MLKP MK'ê li ser bidawîbûna çalakiyên grevên birçîbûnê daxuyanî dan û diyar kirin, serketina mafdar a berxwedêran wê bibe ronahiya hêviyê ji têkoşîna hevpar a gelên mezlûm re.

- Çemê Dîcleyê di nava 30 salên dawî de yekemcar di vê demsalê de bi vî rengî paqij diherike. Beirya niha di vê demsalê de gemarî dibû.

- Tedawiya berxwedêrê greva birçîbûnê Mele Mûstafa Tûzak li nexweşxaneyê didome.