ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 28'ê Çileya 2020'an.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Çalakiya nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li pêşiya Konseya Ewropayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di hefteya 387'an de bi koma ji Marsîlyayê dewam dike.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat: Desthilatdariya AKP-MHP koalîsyoneke kontrgerîla ye. Armanca xwe bicihanîna plana qirkirina Kurdan e. Bi ti awayî meşrû nîne.

Nivîskar Seydayê Xeletî diyar kir, li Kurdistanê pêvajoyeke dîrokî heye û got, "Eger Kurd di vê pêvajoyê de nebin yek wê şensê xwe yê dawî jî ji dest bidin. Ji ber vê yekê divê em teqez bibin yek."

Nazmî Gur ê HDP'î ku di erdheja Wanê de birazê û jinbira xwe ji dest da, anî ziman ku herî zêde gelê Wanê rewşa gelê Xarpêtê fêhm dike û astengkirina alîkariya HDP'ê şermezar kir.

Tiwaleta ku Qeymeqam û qeyûmê Artemêtanê di sala 2017'an de li ser goristana Ermenan û Girikê Dîlkaya hate çêkirin, hîn jî li şûna xwe ye.

Li DYE'yê ji ber şewata li marînayekê herî kêm 8 kesî jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî winda ne.