ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Çalakiyên nobedê yên li Elmanya û Fransayê wê werin şopandin, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin.

Keça Mehmet Can Ayşîn, Aynûr Ayşîn ji bo bavê xwe yê 26 sal in winda ye got: "Li dû bavê min tiştek jî nehiştin. Heta em hestiyên xwe nebînin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin".

Piştî gotina Karayilan a ‘Artêşa Tirk  li Garê çekên kîmyewî bikar aniye’ Berpirsyara IPPNW a Tirkiye  Dr. Gîsela Pneter a ji ANF’ê re axivî, diyar kir ku ji bo şopên heyî lêkolîn bikin, divê li herêmê lêkolîn bê kirin.

Gerîlaya YJA Starê Cûdî Qamişlo ya ku sala 2019’an li Dêra Zorê tevlî gerîla bûyî, diyar kir ku weke jinek Ereb, di nava jiyana civakê de pir zehmetî dikişandin, PKK girîngiyek mezin dide jinê.

Wezareta Karê Derve ya Elman piranî pirsên Partiya Çep a têkildarî hevkarê Omer Guney ê tetkîkêşê Qetlîama Parîsê Rûhî Semen nebersivan.

Alîkarê Hevserokê HDP’ê Kaplan ji bo valaderxistina polîtîkayên sîstema asîmlasyonê divê refleksek cidî bê pêşxistin, Kampanya Kurdî ya HDP’ê jî rexnedayîna vê yekê ye.

Weke her heftî şopandina çalakiyên Xizmên Winda û Dayikên Şemiyê bê şopandin.