ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avabûna tevgera PKK'ê dişibîne kombûna li hev a 12 hawariyên Îsa û ji bo sira PKK'ê wiha dibêje, "Nade pey xeyalên erzan. Soza prestîj û berjewendiyeke şexsî nade ti endamên xwe."

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêhiqûqî ye û got, "Girtîgeha Îmraliyê divê bê girtin."

Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek welatên Ewropayê hate pîrozkirin, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve hate şermezarkirin.

Îro salvegera 9'an a şehadeta Armanc Kerboranî (Huseyîn Akdogan) e. Armanc Kerboranî ku yek ji fermandarên Eyaleta Amedê bû, di 27'ê Mijdara 2011'an de li Amed-Pîranê tevî du hevrêyên xwe şehîd bûbû.

Li Meclîsa Fransayê dengdan li ser qanûnekê hate kirin û qanûna têkoşîna li dijî cihêkariya li kar a ji ber devoka axaftinê, hate pejirandin.

'Kundê çiçk' ku ji Asya heta Kurdistan û Tirkiyeyê, ji wir jî heta rojavayê Ewropayê li qadeke berfireh dijî, weke teyrê sala 2021'ê hate hilbijartin.