ROJEVA 27'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Hezîrana 2019'an.

- Hevserokê DBP'ê Arslan peyama Rêberê Gelê Kurd Ocalan nirxand û got, "Bi dîtina min, pêvajoya ku Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ya jî kaosê bibe wê bi nêzîkatiya li Birêz Ocalan diyar bibe."

- Hewldanên êrîşê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk ku bi pejirandin, hevkarî û desteka PDK'ê dikin, ji sala 1991'ê û vir ve bi avakirina baregehan didomin. Zêdeyî deh hezar leşkerên Tirk niha li Başûrê Kurdistanê hene.

- Artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û wargehên Başûrê Kurdistanê belavokên bi nivîsa "Teslîm bibe, azad bibe" belav dike.

- Gerîlayên YJA Starê yên li hêza Dibistana Operasyonê ya Akademiya Şehîd Rojîn Gewda xwe ji bo bîranîna Zîlan amade dikin.

- Di çarçoveya 'Nobeda Azadiyê' de ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourgê yê Fransayê pêk tê, wê çar rojan çalakî pêk werin.

- Fîlmçêker Uli Bez ku ji ber parvekirina ala YPJ'ê li hesabê medya civakî hate darizandin û ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Munchenê ve biryara beraatê der barê wî de hate dayin bi daxwaza dozgeriyê wê ji nû ve bê darizandin.