ROJEVA 27'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Êrîşên li ser Mexmûrê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Parlementera Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji bo hilbijêrên Kurd serkeftineke mezin e û got, “Hêviya me heye. Divê her hilbijrêk me dengê xwe bidin û erka xwe ya dîrokî bi cih bînin. Xwedî li sindoqan derbikevin.”

- Hunermendên Kurd Hemîd Ûrmiye û Hozan Kawa ji bo têkbirina Erdogan bang li her kesê kirin ku di 28’ê Gulanê de dengê xwe bidin.

- Festîvala Dêrsimê ya ku wê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê bê lidarxistin, wê were şopandin.

- 4 qeyûm û waliyên ku di sala 2016'an de li ser şaredariyên HDP'ê hatin wezîfedarkirin, Wan veguherandin qada rantê. Şaredariya Wanê bi milyonan lîre deyndar bû û nelirêtî di raporan de jî derket holê.