ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku Kurdan di pêvajoya berxwedana 25 salan a li dijî Komploya Navneteweyî de şoreşa neteweya demokratîk pêk anîn û got, di sala 26'an de wê pêngava azadiyê civakî û girseyî bibe.
- Ji namzetên Hevşaredariya Bajarokê Dugnûkê ya navçeya Milazgir a Mûşê Aşan Ateş a ji DEM Partiyê 21 salî ye û namzeta herî ciwan a Tirkiyeyê ye.
- Ji namzetên Hevşaredariya Sûrê Gulan Fatma Onkol ragihand ku yekane partiya ku Sûrê li cewhera xwe vegerîne DEM Partî ye û got, "Pêwîstiya Sûrê bi DEM Partiyê heye."
- Rojnameya Filelfteros a Qibrisê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke 'rêberekî global' pênase kir û ji pirtûka wî ya 'Manîfestoya Şaredariya Demokratîk' nivîsa bi sernavê 'Li tehtên Îmraliyê min li zincîrê xistin' weşand.