ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên nobedê yên li Elmanya û Fransayê wê werin şopandin, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin.
Şêniyên Wargeha Mexmûr li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker banga yekîtiyê kirin.
Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya konferansa "Rawêja Rojhilat" a li ser Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
Gerîla Berçem Cizîr destnîşan kir ku gerîla di sekvaniyê de şareza bûye û got, "Em bi derfetên kêm rêbazên dû diafirînin û encamên mezin bi dest dixin."
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş ragihand ku nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû, guhertina qanûna hilbijartinê û tasfiyekirina HDP'ê, hewldana ji bo dîzaynkirina muxalefetê ye.
Li Ekvatorê piştî hilbijartinên serokatiyê û meclîsê, gelê xwecihî ji hîleyan gumanan dikin. Ji bo tûra duyemîn jî kampanya 'Nûlo' derdikeve pêş.
Li bajarên ku berxwedana xwerêveberiyê lê hate kirin, karê fûhûşt, narkotîk, qumar û sîxurkirinê ji aliyê maseyên li midûriyetên emniyetê ve têne birêvebirin.
Li gorî karê hevpar ê lêkolînerên Zanîngeha Bologna û Londona Ûnîversîty College, telefonên mobîl ji texmînan bêhtir agahiyên şexsî kom dikin û analîz dikin.