ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku şerê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê gihîştiye asteke girîng û got, "Me berdêl dan, em didin, lê belê rejîma hatiye ber têkçûnê. Divê êdî were zanîn ku em dikarin vê rejîmê têk bibin."
Piştî lihevkirina Bexda-Hewlêr-Enqereyê, sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve zêde bû. Di nava 2 rojan de herî kêm 8 hezar leşker û hêzên leşkerî hatin veguhastin.
Siyasetmedara Kurd Nîlufer Koç di salvegera 27'an a qedexeya li ser PKK'ê de ya li Elmanyayê got, hincetên ku ji bo qedexeyê dihatin pêşkêşkirin êdî bi kêr nayên.
Parêzer Serdar Celebî diyar kir ku ti aliyê hiqûqî yê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nîne û got, "Reforma hiqûqê bi şikandina tecrîdê dibe."
Şervana YPJ'ê Delal Soran bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û got; “Divê gelê me ti carî hevkariya dagirkirin û qirkirinê qebûl neke û nerazîbûnên xwe bi rengekî xurt nîşan bide."
Li gorî lêkolînên zanistî, mirovên ku li deverên qirêjiya hewayê lê zêde ye dimînin, hîn bi giranî dikevin bin bandora vîrûsên mîna Covîdê.
Li navçeya Sûra Amedê aşê avê yê dîrokî yê sed salî bûye cihê sergo û hedefa defînegeran.