ROJEVA 26'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Hezîrana 2019'an.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan bal kişand ser rola stratejîk a gelê Kurd li Tirkiyeyê û got, "Kî bi Kurdan re tifaqê bike wê bi ser bikeve."

- Girtiyên PKK'î yên li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 2 a Rihayê diyar kirin, piştî ku Fatîh Sertaç Çelîk bû midûrê yekemîn komplo û lîstik ketin dewrê û bang kirin.

- Xelata Wêjeyê ya Hohenems ku ji nivîskarên koçber ên zimanê wan ê dayikê ne Elmanî ne lê bi Elmanî dinivîsînin tê dayin, vê carê ji nivîskara Kurd Karoş Taha re hate dayin.