ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan diyar kir ku li Bakurê Kurdistanê gerîla liv û tevgereke hîn stratejîktir pêş dixe û esas digire ku bi rêbazên hîn profesyoneltir encam werbigire.
- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlîg bi wesîleya salvegera şehadeta yek ji pêşengên Têkoşîna Azadiya Jinê Gulnaz Karataş têkildarî artêşbûna jinê û geşedanên siyasî nirxandin kir.
- Çalakiyên ku xizmên windayan li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê lidar dixin, wê bên şopandin.
- Gerîlaya YJA Starê Şîlan Eîşan diyar kir ku çalakiya şehîd Bêrîtan ji bo jinan pir bi wate ye û got: “Ez jineke ji netewa Ereb im û ez xeta heval Bêrîtan esas digirim. Li ser vê xetê têkoşîn meşandin, ji bo min serbilindî ye.”
- Şêniyên Şengalê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê dan û gotin: “Baweriya me bi ti kesî nemaye û em ê parastina xwe bi xwe bikin.”
- Şêniyên Cizîrê bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: “Êrîşên nemerdane wê ti carî nikarebe vîna me bişkîne. Em ê bi fikir û ramanên Rêber Apo têkoşînê geş bikin û piştgiriya hêzên xwe yên parastinê bikin.”