ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 26'ê Çilaya 2020'an.

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildar wê bên şopandin.

Rewşa dawî ya erdheja bi dijwariya 6.8 pileyî ya li Xarpêtê rû da wê bê şopandin.

Şahîn Cûdî yek ji wan mirovan bû ku di fermana 74'an de bi hawara civaka Êzidî ve beziya. Heta şehadeta xwe ji bo azadiya gel û Rêberê xwe şer kir.

Esnafên jin ku li bazara taxa Jiyan dezgehên xwe danîn, li gel bandora krîza aborî her wiha ji nêzîkatiyên neyînî yên esnafên mêr nerazî ne.

Serketina Kobanê di sala 6'an de ye, ku ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviyeke mezin û ji bo DAÎŞ û hevkarên wan jî bû 'destpêka bidawîbûnê'. Ji fermandarên YPG'ê Serdar Heleb qala şerê Kobanê û serketina wê demê kir. Heleb got, "Kobanê ji bo DAÎŞ'ê bû destpêka bidawîbûnê."

Li Wanê, piştî ku şaredariyên HDP'î hatin desteserkirin, bi destê qeyûman bi hezaran lîre cezayê pereyan li dehan esnafan hate birîn. Ensafên ku ji ber krîza aboriyê tengav bûne, bi cezayên pereyan jî li wan welê hatiye ku nikaribin kar bikin

Ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa kujer a li Çînê bê girtin, rayedaran hewldanên xwe zêde kirin. Nêzî 40 milyon kes di karantînayê de ne.