ROJEVA 25'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî hevdîtina Rêber Apo ya bi DEM Partiyê re wê bêne şopandin.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Tirk da ku digot, peyama Rêber Apo nabe bi dîmen be û destnîşan kir ku ew ê rewşeke berevajî vê yekê qebûl nekin.
Tirkiye û Kurdistan li benda peyama Rêber Apo ye. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku peyam dibe ku dawiya meha Sibatê bê dayin û got, bi vê peyamê re têkoşîna wan wê derbasî qonaxeke nû bibe.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê nivîskar û wergêr Sevîm Bellî bi bîr anî ku tevkariyên mezin li têkoşîna sosyalîzmê kir.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Hevjîna Alîkarê Şaredarê Kartalê Cemalettîn Yuksel ê hate girtin Mehtap Yuksel got, "Ev yek darbeyek li dijî demokrasiyê ye. Ji yekbûna gelê Kurd û gelê Tirk aciz dibin."
Buroya Aştiyê ya Jinên Kurd Cenî wê bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi dirûşma 'Xwebûn-Hunera Berxwedanê' li Berlînê rêze çalakiyên çand, huner û sohbetê lidar bixe.