ROJEVA 25'Ê SIBATA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Ji Şandeya Parlamenteran a Navneteweyî ya li dijî Tecrîdê û ji bo Çareseriya Pirsgirêka Kurd parlamentera Fransayê Segolene Amiot got, "Gava destpêkê ya ji bo aştiyê rakirina tecrîdê û misogeriya azadiya Abdullah Ocalan e."

- Rêxistina navçeya Esenyûrtê ya DEM Partiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê 'Mîtînga demokrasî û azadiyê' lidar bixe.

- Ji namzetên Hevşaredariya Farqînê yê DEM Partiyê Kadrî Esen got, "Her dengekî bê dayin wê li dijî tecrîda li Îmraliyê û li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bibe bersivek."

- Ji namzetên Şaredariya Tûşbayê ya DEM Partiyê Hanim Akkoş got, ew ê bajarê xwe bi dînamîkên bajêr bi feraseta rêveberiya ji cih bi rê ve bibin.

- Ji Polen Ekolojiyê Tûgba Kahraman bi bîr xist ku li Licikê qirkirina ekolojîk li qadeke berfireh belav bûye û got, "Siyanur û madeyên kîmyewî yên giran wê tevlî Firatê bibin. Felaket wê herî kêm 100 salî dewam bike."

- Şehîd Azê Erdal ku li dijî êrîşên dewleta Tirk heta nefesa xwe ya dawî têkoşiya, bi sekna xwe ya jin a azad, bi hevrêtiya xwe ya ji dil dîrokeke berxwedanê ya destanî li pey xwe hişt.