ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên nobedê yên li Elmanya û Fransayê wê werin şopandin, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin.
Gazên kîmyewî, ku ji Dersimê heta Helebçeyê çeka sereke ya hêzên mêtinger bû, vê carê li Garê hate bikaranîn. Tevî ku hatiye tespîtkirin di destê artêşa Tirk de çekên kîmyewî yên qedexekirî hene jî saziyên navneteweyî bêdeng in.
Gelek sazî û rêxistinên jinan ên li Ewropayê ji bo Gulistan Şaylemez daxuyanî dan ku 15'ê Sibatê li Amedê ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin. Saziyan gotin, "Gulistan Şaylemez a ku di temenê zarokatiyê de hate zewicandin, mixabin bû qurbanê paşverûtiya malbatê."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî diyar kir ku êrişên desthilatdariyê yên li dijî partiya wan, ji ber tirs û fikara desthilatdariyê ye û got, "Yê mafdar em in, yê rast em in, em ê ji rêya xwe venegerin."
hevseroka Partiya Çep a Elman Katja Kîppîng, zextên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser HDP'ê şermezar kir û ji bo dawî li zextan bê anîn ji Wezîrê Karên Derve Maas xwest, ku bikeve nava liv û tevgerê.
Di dema çalakiya rûniştinê de ya li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê, polîsan bi rengekî kêfî nehiştin ku ala neteweyî ya Asûriyan bê vekirin.