ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê daxuyaniyek da û diyar kir ku PKK destaneke vejînê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo PKK'ê zor û zehmetî nîne. Zehmetî ji bo PKK'ê sedema têkoşînê ye."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku ew bi armanca serketinên mezin dest bi sala 43'an a şoreşa azadiyê dikin û got, "Îdîa û coşa me mezin e. Em ê bi ser bikevin."

Gerîlayên HPG û YJA Starê bi bîr xistin, ku PKK di 27'ê Mijdara 1978'an de bi çend kesan ava bû, lê îro bûye bi milyonan kes û gotin, têkoşîna PKK'ê wê teqez bi ser bikeve.

Bi 'qedexekirina PKK'ê re ku 26'ê Mijdara 1993'an bi destê Wezîrê Karên Hundir Manfred Kanther bi cih hate anîn, ji bo tundiya dewletê ya li dijî Kurdan hincetek hate afirandin. Sembol û dirûşmên tevgera azadiyê ya Kurd, pîrozbahiyên Newrozê, şevên çandî bi rengekî kêfî ji aliyê polîsan ve hatin qedexekirin. Zexteke giran li aktîvîst û şoreşgerên Kurd hate kirin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Îtalyayê kampanya 'Dema azadiyê hatiye, azadî ji Ocalan re' dest pê kir. Yek ji pêşengên kampanyayê Artûro Salernî ye, ku sala 1999'an dema ku Ocalan hate Îtalyayê parêzerî jê re dikir.

Encamnameya konferansa diyaloga nava Kurdan eşkere bû ku ji aliyê KNK'ê û Yekîtiya parlamenteran a Başûrê Kurdistanê ve hate lidarxistin. Di danezanê de ji bo bidawîkirina aloziya nava hêzên Kurdan bangên girîng hatin kirin.

Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bi bîr xist, ku jin li dijî kuştin û tundiyê ji bo jiyanê û hebûnê li ber xwe didin û got, "Ji bo me ne rojek, lê belê her roj 25'ê Mijdarê ye."

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) nerazîbûn nîşanî hewldana dagirkirina Şengalê da û destnîşan kir ku armanca desteserkirina temamiya Kurdistanê ye. KON-MED'ê ji bo çalakiyên 26'ê Mijdarê banga tevlîbûnê kir.

Li Belçîkayê, di doza darizandina polîsekî de ku keça Kurd Mawda kuşt, tenê daxwaza cezayê salekê yê taloqkirî hate kirin.

Li aliyekî cîhan li dijî şewbê li ber xwe dide, li aliyê din jî tundiya li dijî jinê gelekî zêde bûye.