ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2017
ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25'Ê MIJDARA 2017'AN.
ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25'Ê MIJDARA 2017'AN.
-Çalakiyên bi mebesta 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna Tundiya li Ser Jinê wê werin şopandin.
- Şervanên YPJ’ê 25’ê Mijdarê li Dêrazorê bi şerê dijî DAIŞ’ê pêşwazî dikin. Şervanên YPJ’ê gotin, ‘’Em dawî li DAIŞ’ê tînin, em jinên ku zilm li ser wan e azad dikin.’’
-Wê Operasyona Bagera Cizîrê ya bi mebesta rizgarkirina wê û geşedanên pê ve girêdayî were şopandin.
-Çalakiyên li ber Konseya Ewropayêya li Strasboûrgê werin şopandin.
-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin şopandin.
-Çalakiyên xizmên nebediyan ên li Êlih, Amed û Stenbolê werin şopandin.
-Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik behsa serdema pêşî ya PKK’ê kir.
-Ev 40 sal in li çiyayên Kurdistanê têkoşînek heye. Gelek malbat tevlî nav têkoşîna azdiyê dibin û di heman mewziyan de têdikoşin.
- Di demeke wiha de ku dewleta Tirk êrîşên hewayî zêde kiriye û dibêje, ‘3 gerîla nikarin werin cem hev’ bi sedan gerîla hatin cem hev û salvgera PKK’ê pîroz bi rengekî debdebe pîroz dikin.
-Gerîla Baran ku li Qadên Parastinê yên Medyayê di bin bavê TEV-ÇAND’ê de xebatan dke, diyar kir ku bi berhema Zazakî ya ‘Vengdano’ ew dixwaze bîranîna şehîdan bide jiyîn.
-Siyasetmedara Kurd Gokay Akbulut ku di hilbijartina 24’ê Îlonê de ji lîsteya Partiya Çepgir ve kete Meclîsa Federal a Elman ji hêla polîsan ve hedef tê nîşandan. Hin saziyên medyayê jî tevlî kampanya lîncê ya li dijî Akbulut bûn.