ROJEVA 25'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Karên hilbijartinê yên Tifaqa Ked û Azadiyê wê werin şopandin.

- Êrîşên li ser Mexmûrê û nerazîbûnên li hemberî vê yekê wê bêne şopandin.

- Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk anî ziman, manîpulasyonên dijminên Kurdan ên li ser medya dîjîtal ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê ne û got, "Divê gelê me zanibe ku ji bo têkbirina dijminê Kurdan wê dengê xwe bide."

- Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr bi bîr xist ku zêdeyî 8 milyon hilbijêrî dengê xwe bi kar neanîn û got, civaka ku bend danî ber faşîzmê, ji bo rawestandina wê divê tevlî dengdanê bibe.

- Parlamentera Qersê ya Partiya Çepên Kesk Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku têkbirina rejîma şexsekî û Erdogan, armanca bingehîn e.

- Parlamentera Edeneyê ya Partiya Çepên Kesk Tulay Hatîmogûllari bang li hilbijêran kir: "Dengê we gelekî girîng e, her dengek wê çarenûsa welêt diyar bike. Mohrek dikare gelek tiştan biguherîne."

- Artêşa dewleta Tirk a dagirker dîsa heremên sîvîlan da ber bombeyan û xisareke mezin gihişt xwecihiyên Başûrê Kurdistanê. Armanc ew e ku qadê ji mirovan xalî bibe.