ROJEVA 25'Ê GULANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Gulana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 15 girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê ji 30'ê Gulanê, 15 girtî jî ji 10'ê Gulanê ve di rojiya mirinê de ne. Berxwedana rojiya mirinê wê were şopandin.

-Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 7 meh in di greva birçîbûnê de ye, bi berxwedana ku pêşengiya wê kirî gav bi paş ve bi dewletê da avêtin.

-Zekî Ulaş ku dema 12 salî bû ji ber ku kevir avêtî polis hatibû girtin, ev 105 roj in greva birçîbûnê didomîne.Ulaş dema ku bi telefonê bi diya xwe re axivî got, ‘’Têkoşîna we ya li qadan wê me serfiraz bike’’.

-Abdulselam Akdogan ku li Girtîgeha Osmaniye di greva birçîbûnê de ye got, ‘’Rewşa hevalên me yên ku di koma pêşî de ne, ne baş e. Çi ji dest we were bikin, ranewestin’’.

-Çîroka Bêrîtan Serhet biryardariya têkoşîna bi hezkirina li welêt hatibû strandin a ji Qersê ta Elamnya, ji wir heta Heftenîn, Kerkûk û Zapê, çîrokeke ciwan û bêdawî. Şehîda Gulanê ye ku bûyî Bêrîtan û tevlî na govenda azadiyê bûyî.