ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
- Parlamentera Wanê ya Partiya Çepên Kesk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît işaret bi tecrîda giran a 25 salan kir û got, armanc ji tecrîdê pêşîgirtina li bicihhatina fikrên Abdullah Ocalan e.
- Parêzer Cemal Demîr destnîşan kir ku divê Kurd û dostên wan di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de hîn bêhtir nerazîbûna xwe nîşan bidin û diyar kir, çareseriya pirsgirêka Kurd jî bi diyaloga bi Abdullah Ocalan re dibe.
- Lêpirsîna li ser bûyera qetilkirina penaberekî beriya 32 salan a li Saarloûîs a Elmanyayê bi dawî bû. Lêpirsîn ji bo qurbaniyên bûyerên şewitandinê yên salên 1990'î dikare bibe mînak.