ROJEVA 25'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Çileya 2019'an.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Endamê Komîteya Navndî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê bi hişmendî û berpirsyariya girtiyên serdema 12'ê Îlonê tevdigerin û berxwedana heyî jî nîşaneya vê yekê ye.

- Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 79 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, dibe ku nikaribe tevlî rûniştina îro bibe. Sîstema xweparastinê ya bedena Guven têk diçe.

- Endamê TEV-DEM'ê Hesen Koçer got, "Biryardariya me zelal e; em ê Efrînê rizgar bikin. Efrîn wê ji dewleta Tirk re nemîne."

- Rêveberên Partiya Çep a Swêdê tevlî kampanya Yekîtiya Jinê ya Sara bûn ku ji bo piştevaniya Leyla Guven dest pê kir û xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe.