ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Çalakiyên ji bo protestokirina xespa li Şaredariya Colemêrgê wê bên şopandin.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê yên ku li qadên berxwedanê li dijî dagirkeran şer dikin, destnîşan kirin ku ew ê nehêlin dagirker li ser xaka Kurdistanê bimînin û diyar kirin ku ji bo vê yekê jî divê gelê Kurd li dijî xiyaneta PDK’ê dest bi berxwedanê bike.

- Malbata Oltan di hefteya 629’an de Nobeta Azadiyê dewr girtin. Murşîde Oltan diyar kir ku tecrîd îro çavkaniya xwe ji xiyanetê jî digire û got, gelê Kurd divê li dijî dagirkerî û xiyanetê rabe. Oltan banga xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalaan, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û girtiyan kir.

- Siyasetmedar, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan xwestin, astengiyên li pêşiya azadiya Rojnamevan Serdar Karakoç bên rakirin û gotin: “Em şahidê rojnamevaniya Karakoç in.”

- Derket holê ku der barê Cemal Candemîr ê di sala 2020’an de ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da, lêpirsîna “finansekirina terorê” hatiye vekirin.