ROJEVA 24’Ê SIBATA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Wê mîtîng û civînên DEM Partiyê yên ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adarê bên şopandin.

- Li Kurdistan û Tirkiyeyê wê çalakiyên xizmên windayan ên li gelek navendan lidar xistîn, bên şopandin.

- Rojnamevan û çalakvana jin Bêrîvan Bergareyiyê got: "Malbata Barzaniyan bi sedan çalakvan qetil kirine, ji ber ku her tim ji azadîxwazan ditirsin."

- Ji namzetên Hevşaredariya Sûrê ya DEM Partiyê Adnan Orhan wiha got: “Em ê dawî li talana qeyûm bînin. Em ê hemû biryarên xwe bi gelê xwe re bigirin. Şaredariya Sûrê wê bibe şaredariya gel.”

- Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît diyar kir ku bila hemû jinên ciwan xwe hêjayî starbûyînê bibînin; divê mirov bêtirs, bêxof û wêrek be û got: “Cihê vê yekê çiyan e. Starbûn bi tevlîbûna YJA Starê pêkan e.”

- Seroka hikûmeta Belûcistanê ya li surgûnê, Na’île Qadirî diyar kir ku gelê Belûcî jî mîna gelê Kurd li dijî zilmê têdikoşe û got: “Têkoşîna ku jinên Kurd li dijî DAÎŞ’ê dimeşîne, destaneke dîrokî ye.”

- Ferhat Mele dema ku 15 salî bû, bi dar û tayê tembûr çêdikir û lê dida, niha li Reqayê mamosteyê 25 xwendekaran e.

- Ji namzetên Hevşaredariya Geverê ya DEM Partiyê Şadiye Kirmizigul got ku ew ê ji bo Gevereke ku mirov bikare lê bijî, bi gel re bixebitin.