Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan got, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovahî ji belayekî mezin rizgar kirin.

- Gerîlayên YJA Starê bal kişand ser êrîşên sîstema baviksalar ên li dijî jinê û gotin, "Em bi têkoşîna xwe li ber tundiya li jinê radibin."

- Gerîlayên YJA Starê bi hatina biharê re li refên herî pêş tevlî operasyonên şoreşgerî bûn.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê, salvegera 45'an a damezrandina PKK'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîma leşkerî pîroz kirin. Fermandara YJA Starê Gulçîn Ûmût got, "Li van çiyayan berxwedana li dijî faşîzmê wê dewam bike."

- Marîo Bortolotto ku ji Abya Yala beşdarî Konferansa Ciwanan a Cîhanê bû, anî ziman ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê ciwan hîn bêhtir bixebitin û bi roleke xurt rabin.

- Endama PAJK'ê Viyan Leyla diyar kir ku li dijî êrîşên sîstema bi serweriya mêr divê jin nirxên exlaqî û siyasî biparêzin û got, ev yek wezîfeyeke mirovane ye.

- Febrîqeya tekstîlê ku şaredariya Payîzava ya AKP'yî di hilbijartinên giştî de vekir, di nava sê mehan de hate girtin. Sîgortaya karkerên ku 3 mehan hatin xebitandin jî tenê ji bo rojekê hate dayin.