ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Hezîrana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Hezîrana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin wê were şopandin.
- Li Tirkiyeyê, ji bo dengdanê bang li 56 milyon hilbijêrî hate kirin. Encama hilbijartinê wê bi dengê Kurdan diyar bibe.
- Di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de hem metirsiyên mezin, hem jî alternatîfên demokratîk hene. Der barê hilbijartinê gelek senaryoyên gengaz hene. Li aliyekî faşîzm, nediyarî û kaos, li aliyê din jî demokrasî û hêviya aştiyê.
- Şîrketa mezin a Amerîkî Google sîstemek afirand ku li gorî daneyên nexweşekî dikare îhtimalên mirinê texmîn bike.
- Zêdeyî 50 ji sedî ya nifûsa Fransayê ji jinan pêk tê. Lê belê jin li qada cemaweriyê hîn wekhev nayên dîtin. Ji bo navê kolanan bi rengê jinê bên guhertin, hewldan zêde dibin.