ROJEVA 24'Ê GULANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Gulana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Gulana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.
- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.
- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.
- Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bûldan diyar kir ku ji Erdexan heta Edîrneyê wê xwe bigihînin her kesî û got, "Gelê me amade ye û li pêş me ye. Em ê bi şev û roj bixebitin."
- Esnafên Colemêrgê ku ji ber krîza aboriyê û ambargoyê li ber îflasê ne, xwe kar dikin ji bo di 24'ê Hezîranê de hesab ji AKP'ê bipirsin.
- Desthilatdariya 16 salan a AKP'ê bi zext û zordairya dewletê, bi kuştina mirovan û komkujiyan derbas bû. Di nava 16 salan de bi deh hezaran mirov hatin kuştin.
- Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Kurdistanê wê roja 26'ê Gulanê bi navê "Roja Çalakiyê ya Global" xwepêşandan bên lidarxistin. Welatên Asya jî wê destekê bidin çalakiyan.
- HDP ku karê xwe yê hilbijartinê yê li Ewropayê didomîne, wê mîtînga xwe ya destpêkê 26'ê Gulanê roja Şemiyê li bajarê Koln ê Elmanyayê li dar bixe. Mîtîng wê bi şiyara "Dengê me ji bo HDP'ê, em ê bi hev re bi ser bikevin" pêk were.
- Rojnameya BZBasel a li Kantona Baselê ya Swîsreyê weşanê dike ragihand, Erdogan 19 ton zêrên xwe yên li DYA derbasî Swîsreyê kiriye.
- Trîbûnal a Navneteweyî (Dadgeha Gelan a Daîmî" ku sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan mehkeme kir, wê biryara xwe vê Pêncşemê li Parlamenta Ewropayê eşkere bike.