ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk got, "Divê bingeha diyaloga bi Rêber Apo re bê danîn" û bang li her kesî kir ku guh nedin nûçeyên spekulatîf û bala wan li ser daxuyaniyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê be.

Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nêzî 4 hezar û 775 xwendekar dixwînin. Mamosteya Sosyolojiyê Nûjîn Hesen anî ziman ku Zanîngehên Rojava, Kobanê û El Şert alternatîfa zanîngehên sîstema netewe dewletê ne.

Gerîlayê HPG'ê Cîlo Botan diyar kir ku divê sekn û çalakiya şehîd Bêrîtan rast bê fêhmkirin û got, "Sekna hevrê Bêrîtan a li dijî hevkar û nokeran şênber bû. Bi çalakiya fedaî bersiva herî mezin da."