ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin, wê bêne şopandin.

Prof. Neşe Ozgen anî ziman ku Erdogan bi êrîşên di pêvajoyên diyalogê de hewl dide pêvajoyê kontrol bike, lê belê ji ber ku lawaz bûye hêza xwe nemaye ku karibe bazariyê bike.

Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî diyar kir ku li Îmraliyê di nava sê mehan de sê hevdîtin hatin kirin lê belê tecrîd dewam dike û got, ev rewş dibe sedem ku guman li ser samîmiyeta pêvajoyê çêbibe.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Dayikên ku li dijî êrîşên li ser Bendava Tişrînê li Pirsûsê di nobedê de ne, bang li her kesî kirin ku xwedî li Rojava derkevin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê KON-MED'ê Kerem Gok diyar kir ku di hilbijartinên li Elmanyayê de ew ê piştgiriyê bidin wan namzetan ku civaka Kurd ji xwe dibînin, têkiliyê bi komeleyên Kurdan re datînin û dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin.